Jiyan

Xortên Şemdînliyê bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî mihrîcana berfê bûn

Hikmet Temeş, Sayim Harmancı  | 11.02.2024 - Rojanekırın : 21.02.2024
Xortên Şemdînliyê bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî mihrîcana berfê bûn

Hakkari

 Xortên ku ji Şemdînliya navçeya Hekariyê hatin, bi cil û bergên xwe yên herêmî û bi taximên xwe yên xweşiqitandinê yên darîn va li bajêr beşdarî mihrîcana berfê ya pêncemîn bûn.

Ji bo xurtkirina tuzîma zivistan û siruştê Walîtî û Şaredariyê "Mihrîcana Berfê ya 5emîn" li dar xist. Digel şêniyên bajêr, ji bajêr û navçeyên derdorê jî bi hezaran welatî beşdarî mihrîcanê bûn, li ber muzîkê govend gerandin û şad bûn.

Xortên ku ji gundê Kayalara Jêrîn a Şemdînliyê hatin jî bi cil û bergên xwe yên herêmî û taximên xwe yên xweşiqitandinê yên darîn mihrîcan rengîn kir.

Xortên ku di pîstan da xwe şiqitandin, bala welatiyan kişandin û kesên ku hatibûn mihrîcanê bi wan ra wêne dan kişandin.

Ji xortan Husamettîn Eren ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan taximên xweşiqitandinê yên darîn ji gund hildan û beşdarî mihrîcanê bûn.

Eren diyar kir ku ew bi kesên profesyonel ra xwe dişiqitînin û wiha dewam kir, "Wextê me xweş derbas dibe. Ev der gelekî xweş e. Grûba me ji nêzî 40 kesan pêk tê ku em xwe bi taximên darîn dişiqitînin. Mihrîcan pir xweş derbas dibe. Gelek kes beşdar bûne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.