Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo kameramanê AAyê yê ku di êrîşa Îsraîlê da mir sersaxî da

New York
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo kameramanê AAyê Muntasir es-Sawwafê li Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin sersaxî da.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Matthew Mîller di civîna çapemeniyê ya rojane da der barê êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê dîsa dest pê kirin da axivî.
Nûçegihanê AAyê behsa kuştina kameramanê AAyê Muntasir es-Sawwaf kir û ji Mîller pirsî ku ew der barê vê mijarê da çi difikire.
Mîller li ser vê pirsê wiha bersiv da: "Ez sersaxiyê didim teşkîlata we û helbet malbata wî jî. Mirina rojnamevanekî her tim me xemgîn dike."
Mîller anî ziman ku rojnamevan li hemû herêmên şer di nav şert û mercên bitalûke da dixebitin û got di vê pevçûnê da bi hezaran sivîl û rojnamevan hatin kuştin ku ev trajedî ye.
Mîller daxuyand tu agahiyeke wî tuneye ku Îsraîl di êrîşan da rojnamevanan hedef digire û got ew bi şirîkên xwe yên Îsraîlî ra li herêmê rewşê dişopînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.