Wezareta Karên Derva rasera endamekî hikûmeta Îsraîlê ya dijî Mescîdê Eqsayê şermezar kir

Ankara
Wezareta Karên Derva rasera endamekî hikûmeta Îsraîlê ya dijî Mescîdê Eqsayê şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat gotin ku endamekî hikûmeta Îsraîlê rasera dijî Mescîdê Eqsayê şermezar kir û hat gotin ku "Ev çalakiya şirîkên sûcê yên Netanyahu (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) pêngaveke xeternak e armanc dike ku rageşiya li herêmê zêdetir bike."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Her wiha daxuyaniya ku dê operasyonên eskerî yên dijî Xezeyê bên berfirehkirin û fealiyetêndereqanûnî yên Şerîaya Rojava dê dewam bikin, tezahureke din a helwesta Îsraîlê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û bi temamî ji perspektîfa aştiyê dûr e." û hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî destlênedayîna mekanên pîroz hilde bin temînatê û pêşî lê bigire ku provokasyonên manend dubare nebin û ji bo pêşî lê bigirin ku Îsraîl bi rêya dagiriyê axa xwe berfireh bike helwesteke biryardar nîşan bide.
Ben-Gvîrê Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirê tundraw ê Îsraîlê û Îsraîliyên pê ra vê sibehê di bin tevdîrên ewlehiyê yên giran da raserî Mescîdê Eqsayê kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.