Dinya

Wezareta Karên Derva bertek nîşan da ku kesên bi PKKyê ra têkildar bi zorî ketin avahiya AÎHMê

- Kesên bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar îro bi zorî ketin avahiya Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Strazburgê û bi sembolên rêxistinê hewl dan ku propagandaya terorê bikin, ev yek nayê qebûlkirin

Muhammet Tarhan  | 03.08.2023 - Rojanekırın : 04.08.2023
Wezareta Karên Derva bertek nîşan da ku kesên bi PKKyê ra têkildar bi zorî ketin avahiya AÎHMê

Ankara

Wezareta Karên Derva diyar kir ku kesên bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar îro bi zorî ketin avahiya Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ya li Strazburgê û bi sembolên rêxistinê hewl dan ku propagandaya terorê bikin û "ev yek nayê qebûlkirin" û bangewaziya xwe ya li Ewropayê dawî li propaganda, fînansman û fealiyetên berhevkirina elemanan ên PKKyê bînin, dubare kir.

Wezareta Karên Derva der barê kesên ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar in bi zorî ketin avahiya AÎHMyê ya li Strazburga bajarê Fransayê da daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Kesên bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar îro bi zorî ketin avahiya Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Strazburgê û bi sembolên rêxistinê hewl dan ku propagandaya terorê bikin, ev yek nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pêkhateyên bi PKKyê ra têkildar di demên dawîn da bi taybetî li Ewropayê bûyerên bikaranîna şîdetê, bi zorî ketina avahiyên saziyên navneteweyî yên cihê, propagandaya terorê zêde kirin û hat gotin ku "Li Ewropayê destûr tê dayin ku PKK bi dilqê azadiya gotin û xwepêşandanê propaganda jî di nav da fealiyetên xwe serbest dike ev yek jî wêrekiyê dide rêxistinê ku çalakiyên bi vî awayî yên neheq û êrîşkar bike."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku der barê çalakî û xwepêşdanên mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku li ber derê avahiya Konseya Ewropayê dewam dikin da gelek caran hişyarî hat dayîn û ev hatin gotin:

"Vê çalakiya êrîşkar car din nîşan da ku PKK li her welatê ku lê fealiyet dike ji bo ewlehî û pergala kamuyê tehdîd e. Di vê çarçoveyê da em bangewaziya xwe ya ji bo li Ewropayê dawîlêanîna fealiyetên propaganda, fînansman û berhevkirina elemanan ên PKKya rêxistina terorê dubare dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.