Polîtîka

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî "Plansaziya Mekanî ya Deryayî" ya ku Yewnanistanê îlan kir, da:

- "Em careke din destnîşan dikin ku îdia û teserûfên yekalî yên Yewnanistanê ji bo welatê me tu encameke hiqûqî dernaxin"

Sümeyye Dilara Dinçer  | 16.04.2025 - Rojanekırın : 17.04.2025
Wezareta Karên Derva bertek nîşanî "Plansaziya Mekanî ya Deryayî" ya ku Yewnanistanê îlan kir, da:

Ankara

Wezareta Karên Derva li ser "Plansaziya Mekanî ya Deryayî" ku Yewnanistanê ji bo mewzûata Yekîtiya Ewropayê (YE) îlan kir, wiha got, "Em careke din destnîşan dikin ku îdia û teserûfên yekalî yên Yewnanistanê ji bo welatê me tu encameke hiqûqî dernaxin."

Wezaretê daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Yûnanistanê ji bo mewzûata Yekîtiya Ewropayê 'Plansaziya Mekanî ya Deryayî' îlan kir. Qismekî qadên ku di plasaziyê da hatine destnîşankirin, li Behra Egeyê û li Rojhilata Behra Spî qadên behrê yên ku di rayeya welatê me da ne, binpê dike. Em careke din destnîşan dikin ku îdia û teserûfên yekalî yên Yewnanistanê ji bo welatê me tu encameke hiqûqî dernaxin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.