Tirkiye

Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Yellen bi Wezîr Şîmşek û Serokê TCMByê Karahan ra hat bal hev

Dilara Zengin Okay  | 29.02.2024 - Rojanekırın : 29.02.2024
Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Yellen bi Wezîr Şîmşek û Serokê TCMByê Karahan ra hat bal hev

Ankara

 Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen di çarçoveya hevdîtinên G20ê da bi Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek û Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Fatîh Karahan ra hat bal hev.

Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Yellen di çarçoveya Civîna Wezîrên Maliyeyê û Serokên Bankaya Navendî ya G20ê ya ku li Sao Pauloya Brezîlyayê hat kirin da bi Şîmşek û Karahan ra hat bal hev.

Di hevdîtinê da bal li ser girîngiya pêwendiyên dualî, pirsgirêkên dualî, têkoşîna dijî meşrûkirina pereyên dereqanûnî û piştgiriya aboriyê ya terorê hat kişandin.

Hat destnîşankirin ku divê li hemberî van mueyîde bên kirin û ji bo ku rê li ber van bê girtin behsa hevkariya Tirkiye û Amerîkayê hat kirin.

Yellen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xyê wiha got: "Ez û Wezîr Mehmet Şîmşek hatin bal hev û em li ser mijara Tirkiye û Amerîka ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên herêmê çawa dikarin bi hev ra bixebitin axivîn. Her wiha min bal kişand ser girîngiya têkiliyên me yên dualî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.