Tirkiye

Wezîr Yumakli diyar kir ku şewata daristanê ya Aydinê hildan bin kontrolê

Enes Duran  | 19.08.2024 - Rojanekırın : 20.08.2024
Wezîr Yumakli diyar kir ku şewata daristanê ya Aydinê hildan bin kontrolê

Ankara

Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli diyar kir ku şewata daristanê ya li Bozdogana navçeya Aydinê hildan bin kontrolê, li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Yumakli ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa dawîn ya şewatên daristanan da agahî dan.

Yumakli ragihand ku mudaxale dewam dike û wiha got: "Şewata daristanê ya li Bozdogana Aydinê hildan bin kontrolê. Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin. Ji bo temirandina şewata li Menderesa Îzmîrê jî ekîbên me dixebitin."

- Li Tekirdagê şewata fabrîqeyê hat temirandin

Ji aliyekî din, Şewata fabrîqeyê ku mamulên naylon hildiberîne ya li Çerkezkoya navçeya Tekirdagê hat temirandin.

Xebatkarên fabrîqeya li Herêma Organîze Sinayîyê ku mamulên naylon hildiberîne agahî dan ekîbên 112 Servîsa Acil.

Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye, polês û servîsa acil hatin cihê bûyerê.

Ji bo agir bi avahiyên derdorê nekeve bergirî hildan. Şewat hat temirandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.