Wezîr Şimşek: Em ê lihevkirina berhemên Bankeya Navendî bi fînansa beşdariyê ra pêk bînin

Ankara
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek got: "Em ê lihevkirina berhemên Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya bi fînansa beşdariyê ra pêk bînin."
Şîmşek li Stenbolê beşdarî Civîna Lijneya Giştî ya 66emîn ya Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê (TBB) bû û li wir axivî.
Wezîr Şîmşek behsa aboriyê kir û wiha got: "Em ê lihevkirina berhemên Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya bi fînansa beşdariyê ra pêk bînin. Em hatin dawiya zeftkirin û şidandina pereyan. Em nêzîk in. Yanê ji nîva duyem ya 2024an pê va îhtimala sistbûnê zêde bûye."
Şîmşek anî ziman ku bankayên taybet berê li ser mijara krediyên xerîdaran disekinîn û wiha dewam kir: "Ew heyama ku banqeyên taybet bi tenê li ser krediyên xerîdaran disekinîn êdî derbas bû. Lewra şertên vê yekê ji holê rabûn."
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Şimşek got ew texmîn dikin ku aboriya Tirkiyeyê wê mezin bibe û wiha axivî: "Di 2023yan da digel van şert û mercên bi pirsgirêk ên fînansî yên kurewî, em mezinbûneke derdora ji sedî 4,5an pêşbînî dikin. Prîma rîska welatê me ji asta baza 700î daket nêzî baza 400î. Ev yek ji bo hemû aktorên aboriyê wê bi kêr bê û wê bikaribin ji derva bi maliyeta maqûl ya pereyan peyda bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.