Wezîr Murat Kurum: "Emê pişkêşiyên Stenbol û Enqerê jî bi beşdariya Cenabê Serokomarê xwe li dar bixin"
Ankara
Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherankariya Avhewayê Murat Kurum derbarê Projeya Sedsalê ya Xaniyan da got, "Ji bo projeya me serîlêdanên herî zêde ji Stenbolê çêbûn. Milyonek û 235 hezar û 169 welatiyan serî lê da. Ji Enqereyê 287 hezar, ji Îzmîrê jî 221 hezar û 921 serîlêdan çêbûn."
Wezîr Kurum piştî Civîna Kabîneyê ya ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Kurum destnîşan kir ku di Projeya Sedsalê ya Xaniyan ku ji aliyê Serokomar Erdogan va hat ragihandin, serîlêdana 5 milyon û 242 hezar kesî hatiye çespandin û got, "Ji bo projeya me serîlêdanên herî zêde ji Stenbolê çêbûn. Milyonek û 235 hezar û 169 welatiyan serî lê da. Ji Enqereyê 287 hezar, ji Îzmîrê jî 221 hezar û 921 serîlêdan çêbûn."
Kurum bi bîr xist ku wan amadekariyên xwe bi lez û bez temam kirine û wan di 29ê Kanûna Pêşîn da li herêma erdhejê ji bo diyarkirina sûdmendên xaniyên civakî dest bi pişkavêtinê kirine û got ku wan pêşî li Semsûrê pişk avêt û her wiha li Şirnex, Hekarî, Sêrt û Wanê merasîm jî li dar xistine.
Kurum diyar kir ku wan li her parêzgehê bi beşdariya alîkarên wezîran, parlementeran û welatiyan merasîm li dar xistine û wiha pê da çû:
"Ez dikarim bibêjim ku ev pişkavêtin bi coşek mezin hatin kirin. Heta niha, me 18 hezar û 99 mafdar diyar kirine. Emê pişkêşiyên Stenbol û Enqerê jî bi beşdariya Cenabê Serokomarê xwe li dar bixin. Piştre emê bi lez û bez dest bi avakirina xaniyên xwe bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
