Tirkiye

Wezîr Murat Kurum dîmenên nû yên Îndereya Adiyemanê parve kir

Ayşe Karaosmanoğlu  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Wezîr Murat Kurum dîmenên nû yên Îndereya Adiyemanê parve kir

Ankara

 Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum dîmenên qadên jiyayê yên nû yên Îndereya Adiyemanê parvekir ku piştî erdhejê ji nû va hatin çêkirin.

Kurum li ser hesabê xwe yê NSosyalê dîmenên rewşa dawîn a Îndereyê parve kir û got, "Çîroka me ji nû va dest pê dike."

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê hat dayîn, li Îndereya ku li Tirkiyeyê şantiyeya herî mezin a duyemîn e, di kordîneya TOKIyê da û bi destê Midûriya Giştî ya Emlak Konutê li ser qadeke 5 milyon mêtreqare qadên jiyanê hatin avakirin.

Li gor daxuyaniyê li herêmê bi tevahî 16 hezar û 822 çaviyên serbixwe hatin avakirin, 9 hezar û 500 endezyar, mîmar û karker tê da xebitîn û 16 hezar û 467 jê xanî, 355 jê kargeh in, heta niha ji 9 hezarî zêdetir xanî û kargeh teslîmî xwediyên wan kirine.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Îndereya Adiyemanê ji bo nêzî 100 hezar kesan avahiyên bikonfor û ewledar hatin çêkirin, li bajêr heta niha 29 hezar û 783 avahî, 1767 kargeh, 6 hezar û 607 malên gundan, bi tevahî 38 hezar û 157 çaviyên serbixwe hatin teslîmkirin.

Li gor daxuyaniyê heta dawiya salê 30 hezar û 835 xanî, 2 hezar û 580 kargeh û 10 hezar û 158 malên gundan bi tevahî çêkirina 43 hezar û 573 xanî û kargehan wê werin kutakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın