Polîtîka

Wezîr Fidan ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Sullivan ra got, divê li Xezeyê agirbest pêk were

Gökhan Çeliker  | 08.03.2024 - Rojanekırın : 08.03.2024
Wezîr Fidan ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Sullivan ra got, divê li Xezeyê agirbest pêk were

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Sullivan ra got ku li Xezeyê divê demildest agirbest were ragihandin.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, di hevdîtina li Washingtonê da ya qonaxa dawîn a mizakereyan jî hat nirxandin, Fidan ji Sullivan ra ragihand ku divê li Xezeyê agirbest were ragihandin û alîkariya mirovî ya ji bo herêmê were zêdekirin.

Di hevdîtinê da hat diyarkirin, Şerê Rûsya-Ukraynayê divê bêtir dirêj nebe û her wiha divê şer di çarçoveya yekîtiya siyasî û ya xakê ya Ukraynayê da were çareserkirin.

Di hevdîtinê da her wisa biryardariya Tirkiyeyê ya di warê têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê da hat balkişandin û hat diyarkirin ku divê Amerîka di vê mijarê da li gorî rihê mitefiqiyê tevbigere û têkiliya xwe ya bi dûvikên rêxistina terorê PKKyê ra qut bike.

Dîsa di hevdîtinê da hat diyarkirin ku piştevaniya pêvajoya aştiya Azerbeycan-Ermenistanê tê kirin û pêşveçûna ku li vê derê pêk were dê ji bo refaha Qefqasyayê diyarker be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın