Dinya

Wezîr Fîdan ji Blinken ra destnîşan kir li bendê ne ku pêvajoya ji Amerîkayê kirîna F-16an bigihêje encamê

- Wezîrê Karên Derva Fîdan di hevdîtina xwe ya bi Blinkenê hemtayê xwe yê Amerîkayê ra destnîşan kir ku divê li Xezeyê demildest agirbest bê îlankirin û alîkariya mirovî bênavber bigihêje herêmê

Mehmet Şah Yılmaz  | 06.01.2024 - Rojanekırın : 07.01.2024
Wezîr Fîdan ji Blinken ra destnîşan kir li bendê ne ku pêvajoya ji Amerîkayê kirîna F-16an bigihêje encamê

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken ra ji muxatabê xwe ra got ku Tirkiye li bendê ye ku pêvajoya ji Amerîkayê kirîna F-16an bigihûje encame, di pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêdê da biryara dawî ya TBMMê ye.

Li gor agahiya ku der barê hevdîtina li Koşka Vahdettîn a Fîdan û Blinken da ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin di hevdîtinan da têkiliyên di navbera du welatan da bi berfirehî hatin guftûgokirin.

Wezîr fîdan ji muxatabê xwe ra ragihand ku Tirkiye li bendê ye ku pêvajoya kirîna F-16an bigihêje encamû û der barê pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêdê da jî biryara dawîn a TBMMyê ye.

Herdu wezîran trajediya mirovahiyê ya ku li Xezeyê didome jî nirxandin.

Wezîr Fîdan bal kişand ku êrîşkariya Îsraîlê ya her ku diçe zêde dibe ji bo hemû herêmê tehdîdek e û destnîşan kir ku divê li Xezeyê demildest agirbest bê îlankirin û alîkariya mirovî bênavber bigihêje herêmê û bangewazî kir ku ji bo çareseriya dudewletî demildest dest bi mizakereyan bikin.

Wezîr Fîdan got ku Tirkiye naxwaze ku li Behra Reş rageşî çêbe û behsa hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo ku berhemûn xurekê yên ku li Rûsya û Ukraynayê hatine hilberîn bigihêjin bazarên dinyayê tê dayîn, kir.

Di hevdîtinê da hevdîtinên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da û mijarên herêmî yên wekî Sûriye û Iraqê hatin gotûbûjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.