Polîtîka

Wezîr Fîdan der barê mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir

- "(Mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê) Îro ji bo aştiya dinyayê rojekî girîng bû. Em ê ji bo aştiya mayînde dê ji niha pê va jî her cure xebatê bikin"

Büşranur Keskinkılıç  | 16.05.2025 - Rojanekırın : 18.05.2025
Wezîr Fîdan der barê mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê da got ku "Îro ji bo aştiya dinyayê rojekî girîng bû. Em ê ji bo aştiya mayînde dê ji niha pê va jî her cure xebatê bikin."

Wezîr Fîdan piştî Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê ya ku di çarçoveya mizakereyên aştiyê yên di navbera Rûsya-Ukraynayê da li Stenbolê tên kirin ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê parvekirin kir.

Fîdan di parvekirina xwe da got ku "Îro ji bo aştiya dinyayê rojekî girîng bû. Di encama gelek hewldanên dîplomatîk da heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê bi hêsankariya Tirkiyeyê hevdîtinek kirin. Di encama civînê da wekî tevdîreke zêdekirina pêbaweriyê li hev kirin ku ji herdu welatan hezar kesî pev guherînin."

Fîdan di parvekirina xwe da diyar kir mutabiq man ku şertên ku dê agirbestê pêkan bikin bi awayekî nivîskî ragihînin aliyê din û ev gotin:

"Aliyan di prensîbê da li hev kirin ku dîsa bicivin. Em wek Tirkiye ji bo ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da aştiya mayînde pêk bê dê ji niha pê va jî her cure xebatê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.