Polîtîka

Wezîr Fîdan dê beşdarî Civîna Komîteya Koma Temasa Xezeyê ya Yekîtiya Erebî bibe û Teşkîlata Hevkariya Îslamî bibe

Mehmet Şah Yılmaz  | 22.03.2025 - Rojanekırın : 23.03.2025
Wezîr Fîdan dê beşdarî Civîna Komîteya Koma Temasa Xezeyê ya Yekîtiya Erebî bibe û Teşkîlata Hevkariya Îslamî bibe

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê beşdarî Civîna Komîteya Koma Temasa Xezeyê ya Yekîtiya Erebî bibe û Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku bi mazûvaniya Misrê tê lidarxistin, bibe.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezaretê hat bi destxistin, Fîdan dê sibê li Qahireyê beşdarî Civîna Komîteya Koma Temasa Xezeyê ya Yekîtiya Erebî bibe û Teşkîlata Hevkariya Îslamî bibe.

Tê çaverêkirin ku Fîdan di civînê da mijarên weke vana gotûbêj bike; teyîdkirina Tirkiyeyê ji bo piştevaniya jinûva îmarkirina Xezeyê ya ku 4ê adarê di Lûtkeya Derasayî ya Yekîtiya Erebî da qebûl bû, tekezî li ser giringiya demildest cîbicîkirina qonaxên bi dû peymana agirbesta li Xezeyê da û hemîşeyîkirina wê, jinûva destpêkirina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê, gotûbêjkirina xebatên hevpar ên ji bo naskirina Filistînê weke dewleteke serbixwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.