Wezîr Fîdan: "Îsraîl nahêle alîkariya însanî derbasî Xezeyê bibin, divê civaka navneteweyî vê yekê qebûl neke"

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, "Îsraîl nahêle alîkariya însanî û alavên tibî derbasî Xezeyê bibin, divê civaka navneteweyî vê yekê bi tu awayî qebûl neke."
Fîdan li Bukreşa paytextê Romanyayê piştî hevdîtina bi Wezîra Karên Derva ya Romanyayê Lumînîta Odobescuyê ra di daxuyaniya çepemniyê ya hevbeş da axivî.
Wezîrê Karên Derva Fîdan destnîşan kir Tirkiye Peymana Tengavan ya Montroyê bêalî û bi baldarî pêk tîne û wiha got, "Peymana Montroyê ji bo temînata ewlehiya herêmê fonksiyona xwe didomîne"
Fîdan di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa li Xezeyê û wiha got, "Îsraîl nahêle alîkariya însanî û alavên tibî derbasî Xezeyê bibin, divê civaka navneteweyî vê yekê bi tu awayî qebûl neke."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.