Polîtîka

Wezîrê Navxweyî Yerlîkaya derbarê Dayikên Diyarbekirê parvekirinek kir

Muhammed Nuri Erdoğan  | 03.09.2024 - Rojanekırın : 06.09.2024
Wezîrê Navxweyî Yerlîkaya derbarê Dayikên Diyarbekirê parvekirinek kir

Ankara

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku bi saya nobeta Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên ku bi serê çiyê hatine revandin, li Diyarbekirê li pêşiya avahiya berê ya HDPê çalakiya rûniştinê dikin, di 6 salan da 55 endamên rêxistina terorê qanî bûn û teslîm bûne.

Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî bal kişand ser wê yekê ku nobeta Dayikên Diyarbekirê kete sala 6an da.

Yerlîkaya, anî ziman ku dayik mînaka sebir û dilovaniyê ne û êşên xwe diavêjin nava xwe û wiha got:

"Lê dema mijarê behsê ewlad bin, ew mîna bedena Diyarbekirê jî qewîn disekinin. Bi nobetên wan di nava 6 salan de 55 endamên rêxistina terorê hatin qanîkirin ku teslîm bibin. Em bi pêşengiya Serokomarê xwe Birêz Recep Tayyîp Erdogan, artêşa xwe ya qehreman, hêzên ewlehiyê yên qehreman û hemû sazî û rêxistinên dewleta xwe va serê terorê diperçiqînin û em ê bi berdewamî biperçiqînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.