Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya: "Di 10 mehan da 721 terorîst hatin berterefkirin"

Ankara
ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di navbera 1ê Çileyê-1ê Mijdarê da di 19 hezar û 756 operasyonên dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 84 jê mirî, 525 jê zindî, 5 jê birîndar û 107 jê ku teslim bûne, 721 terorîst hatine berterefkirin.
Alî Yerlîkaya di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê da axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya destnîşan kir, di navbera 1ê Çileyê-1ê Mijdarê da di 19 hezar û 756 operasyonên dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 84 jê mirî, 525 jê zindî, 5 jê birîndar û 107 jê ku teslim bûne, 721 terorîst hatine berterefkirin.
Yerlîkaya diyar kir di navbera 1ê Çileyê-1ê Mijdarê da di 370 operasyonan da yek navneteweyî, 13 neteweyî, 33 herêmî û 253 deverî, rêxistinên sûc hatine têkbirin û hezar û 800 kes hatine girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya destnîşan kir ji ber erdhejên navend Meraş di 645 hezar çadirên hatin vegirtin da 2,5 milyon erdhejzede man û got ku ji 20ê Îlonê pê va welatiyên di çadiran da dimînin nemane.
Yerlîkaya diyar kir li herêma erdhejê kavilên 60 hezar û 421 avahiyan di nava 68 rojan da hatine rakirin û got ku kavilên 200 hezar û 250 avahiyên xisareke mezin dîtine ji sedî 65 hatiye rakirin.