Wezîrê Karên derva yê Iraqê Huseyîn ji AAyê ra axivî
"Rast e ku PKK ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk e, lê ji bo Iraqê jî pirsgirêk e. Rêya Pêşketinê) Birastî jî projeyeke gelek îmezin e. Tê wê meneyê ku welatên Kendavê bi navbeynkariya Iraqê bi Tirkiye û Ewropayê ra bê girêdan"

Ankara
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn got ku di civîna ku di navbera Tirkiye û Iraqê da di meha berfenbarê da hat kirin û PKK û pirsgirêkên ewlehiyê hat axaftin da biryar hat dayîn ji bo ku ji civîna bê ra bê pêşkêşkirin du danezan bên amadekirin û got ku "Aliyê Iraqê belgeya derbarê ewlehî, ewlehiya sînor û ewlehiya di navbera herdu welatan da ji niha va amade kir. Em hêvî dikin ku meha bê li Bexdayê bicivin, li ser van belgeyan nîqaş bikin û xwe bispêrin van herdu belgeyan û planekî pêş bixin."
Fuad Huseyîn di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 3yemîn (ADF) da bersiva pirsên nûçegihanên AAyê da.
Huseyîn diyar kir ku Destûra Bingehîn destnîşan dike destûr neyê dayîn ku ji axa Iraqê tu kom û rêxistin êrîşî welatên din bike û got ku "Rast e ku PKK ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk e, lê ji bo Iraqê jî pirsgirêk e."
Wezîr Huseyîn bi bîr xist ku di çarçoveya Destûra Bingehîn da bi Tirkiyeyê ra di vê mijarê da dest bi hevdîtinan kirin û di meha berfenbarê da li Enqereyê civîn hat kirin û da zanîn komîteye hevpar a ku Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan serokatiya heyeta Tirk, wî jî serokatiya heyeta Iraqê kir civîneke gelekî xweş kir.
Huseyîn got ku di civîna ku di navbera Tirkiye û Iraqê da di meha berfenbarê da hat kirin û PKK û pirsgirêkên ewlehiyê hat axaftin da biryar hat dayîn ji bo ku ji civîna bê ra bê pêşkêşkirin du danezan bên amadekirin û got ku "Aliyê Iraqê belgeya derbarê ewlehî, ewlehiya sînor û ewlehiya di navbera herdu welatan da ji niha va amade kir. Em hêvî dikin ku meha bê li Bexdayê bicivin, li ser van belgeyan nîqaş bikin û xwe bispêrin van herdu belgeyan û planekî pêş bixin."
- Ji nû va destpêkirina îxracata neftê
Wezîr Huseyîn der barê ji Iraqê ji nû va bo Tirkiyeyê destpêkirina îxracata neftê da got ku di hevdîtinên bi aliyên Tirkiyeyê ra da diyar kir ku xeta boriyê amade ye û Tirkiye jî amade ye xeta boriyê veke.
Huseyîn got ku Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî ji bo îxracatê amade ye û behs kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê da der barê mijarê da peyman heye lêbelê ji bo peyman bê tetbîqkirin Bexda bi şirketên neftê yên li HKIyê fealiyet dikin ra hevdîtinan dike.
Huseyîn destnîşan kir hêvî dike ku hikûmeta Federal vê pirsgirêkê çareser bike û got ku piştî ku pirsgirêk hat çareserkirin dê îxracata neftê ya bo Lengergeha Ceyhanê bê axaftin.
- "Kendav û Tirkiye dixwaze ku ji bo Rêya Pêşketinê veberhênanê bike"
Wezîr Huseyîn der barê girîngiya Korîdora Rêya Pêşketinê ya ku ji Kendava Besrayê heta Ovakoyp 1200 kîlomêtro rêbej, rêhesin, neqla vejenê û xetên ragihandinê dihewîne da jî ev gotin:
"Ev birastî jî projeyeke gelekî mezin e. Projeya ku ji bendergeha Favê ya li Bexrayê dest pê dike li Tirkiyeyê diqede. Ji Tirkiyeyê jî ber bi Ewropayê va diçe. Dema ez behsa Fav û Iraqê dikim ev peywendiya hêzdar a Iraq, aboriya Iraqê, Bendergeha Favê ya Iraqê ya bi Tirkiyeyê ra îfade dike. Tê wê meneyê ku welatên Kendavê bi navbeynkariya Iraqê bi Tirkiye û Ewropayê ra bê girêdan.
Huseyîn got ku "Helbet hin welatên Kendavê yên plan dikin ku veberhênanê bikin hene, Tirkiye jî dixwaze verbehênanê bike. Em der barê projeyê da bi Tirkiyeyê ra di nav hevdîtineke baş da ne."
- Nîqaşên paşda vekişîna eskerên Amerîkayê
Huseyîn der barê piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê ji nîqaşên Iraqê paşda vekişîna eskerên Amerîkayê da jî axivî û behs kir ku di navbera aliyê Amerîkayê û Iraqê da der bar mijarê da mizakereyan ji nû va dest pê kirin.
Huseyîn behs kir ku mizakere di navbera nûnerên artûşûn herdu aliyan va tên kirin û got ku "Hefteya borî civînên cuda kirin, em jî ji bo ku li ser vê miajrê nîqaş bikin û bişopînin ka nîqaş ber bi ku va diçe li benda rapora ku dê ekîba me pêşkêşî Birêz Serokwezîr (Mihemed Şiya es-Sûdanî) û serokên siyasî bike, ne."
Huseyîn bi bîr xist ji bo ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkoşînê bikin eskerên Amerîkayê vexwendin welêt û got ku halê hazir DEŞA hilweşiyaye û wekî rêxistineke terorê ya biçûk hebûna xwe didomîne.
Wezîr Huseyîn der barê gelo dê eskerên Amerîkayê ji temamiya welêt paşda vekişin yan na nirxandin kirin.
Huseyîn destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê ji ewlehiya hemû herêmên welêt berpirsyar e ê got ekîba ku mijarê mizakere dike biqasî ji hikûmetê ra dê ji bo serokatiya siyasî jî raporek amade bike û bi vî awayî dê dahatûya eskeran bê diyarkirin.