Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken li Senatoyê ji ber êrîşên Xezeyê hat protestokirin

Islam Doğru  | 31.10.2023 - Rojanekırın : 01.11.2023
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken li Senatoyê ji ber êrîşên Xezeyê hat protestokirin

New York

NEW YORK (AA) - Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken li Senatoyê di civîna ku ji bo daxwaza pakêta alîkariya 106 milyar dolarî ya ku tê da alîkariyên bo Îsraîl û Ukraynayê hene hat kirin da hat protestokirin.

Blinken bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ra li Komîteya Peredayînê ya Senatoyê da ji bo daxwaza birêvebiriya Bîden a ji bo alîkariya 106 milyar dolarî amade bû.

Dema Blinken li ber komîteyê îfade dida kesên dijberê êrîşên Xezeyê yên di rûniştinê da dirûşmeyên cuda berz kirin û axaftina Blinken birîn.

Xwepêşandêrên ku di destê wan da pankartên dijî şer hebûn dirûşmeyên wekî "Piştgiriya komkujiya dijî gelê Xezeyê berdin", "Li Xezeyê zarokan xilas bikin" û" Niha agirbest" berz kirin û polêsê Kongreyê ew ji hêwanê derxistin.

Piştî ku xwepêşandêrên navborî derxistin derva Blinken axaftina xwe domand û hin xwepêşandêran li rêzên pişt Blinken destên xwe yên ku bi boyaxa sor boyax kiribûn û sembola "destên bi xwîn" sembolîze dikin rakirin jorê û bi awayekî bêdeng protestoya xwe domandin.

Hat dîtin ku di destên xwepêşandêran ên rakirin hewayê da nivîsên wekî "Ji bo Xezeyê azadî" heye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.