Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan: Divê YE êdî di helwesta xwe ya dijî Tirkiyeyê da dev ji siyaseta nasnameyê berde
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan daxuyand Macaristan wê ji meha Tîrmehê û pê va serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bike û wiha got: "Divê Yekîtiya Ewropayê (YE) stratejîk bifikire û êdî di helwesta xwe ya dijî Tirkiyeyê da dev ji siyaseta nasnameyê berde. Di heman demê da têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê divê nebe qurbana hesabên siyasî yên hin welatan."
Fîdan piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva û Bazirganiya Derva yê Macarîstanê Peter Szijjarto ra li wezaretê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Wezîr Fîdan diyar kir ku ew ê di 1-3ê Adarê da Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban û hemtayê xwe Szijjarto di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê da bikin mêvan.
Fîdan bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan par du caran serdana Macaristanê kir û got di çarçoveya ziyareta Erdogan da hevkariya herdu welatan pêşva çû, 17 peymanên cuda hatin îmzekirin.
Fîdan daxuyand ku Macaristan wê ji meha Tîrmehê û pê va serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bike û wiha got: "Divê Yekîtiya Ewropayê (YE) stratejîk bifikire û êdî di helwesta xwe ya dijî Tirkiyeyê da dev ji siyaseta nasnameyê berde. Di heman demê da têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê divê nebe qurbana hesabên siyasî yên hin welatan.Em hêvî dikin ku YE di helwesta xwe ya li hemberî endametiya welatê me da bimaqûl bifikire û helwesteke ku wê ji bo dewlemendî û aramiya herêmê bibe alîkar bide destpêkirin."
Wezîr Fîdan ji bo endamtiya YEyê ji Macaristanê piştgirî xwest û wiha got: "Di derbaskirina astengiyên li pêşiya endamtiya Yekîtiya Ewropayê da û pêşvebirina têkiliyên me yên bi YEyê ra em benda hevkarî û piştgiriya hêja ya Macaristanê ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
