Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê bibe mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê

Mehmet Şah Yılmaz  | 18.09.2024 - Rojanekırın : 19.09.2024
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê bibe mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê beşdarî Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bibe.

Wezîr Fîdan dê li Maseya Edîtoran a AAyê ya ku dê sibê saet 11.00an da dest pê bike bersiva pirsên der barê polîtîkaya derva ya Tirkan da bibersivîne, nirxandinan bike.

Fîdan dê pirsên der barê mijarên di rojevê da yên wekî rewşa dawîn a di hevdîtinên ji bo agirbesta li Xezeyê tên kirin, êrîşên li Libnanê bi teqandina cîhazên ragihandinê û bêtêlan tên kirin, geşedanên di rojeva normalîzebûnê ya bi rejima Sûriyeyê ra, nîqaşên endamtiya BRICSê, têkiliyên bi YE û Amerîkayê ra, pêvajoyên hevkariya bi welatên Asyaya Navîn ra, rola Tirkiyeyê ya di kêmkirina rageşiya li Balqanan û "Pêvajoya Enqereyê" ya ku bi navbeynkariya Tirkiyeyê di navbera Somalî û Etiyopyayê da tê kirin bibersivîne.

Daxuyaniyên Wezîr Fîdan dê ji ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr), ji ser hesabên Xê (@anadoluajansi, @aa_finans, @AACanli) bên weşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.