Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fidan bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra hevdîtin kir

Mehmet Şah Yılmaz, Ali Cura  | 11.06.2024 - Rojanekırın : 11.06.2024
Wezîrê Karên Derva Fidan bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov ra hevdîtin kir

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya BRICS da, ji bo beşdarî rûniştina BRICSê bibê hat bajarê Nijniy Novgoroda ya Rûsyayê û li vir bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra civînek kir.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Fidan û Lavrov hevdîtinek kirin.

Di hevdîtinê da li ser mijarên weke peywendiyên dualî û herêmî sekinîn, her wiha mijarên aboriyê yên ku ji bo Tirkiyeyê giringiya wan hene anîn rojevê.

Herdu wezîr li ser rewşa dawîn ya li Xezeyê jî axivîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.