Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fidan: "Îsraîl li Xezeyê jinavbirina nijadî didomîne"

Mehmet Şah Yılmaz, Büşranur Koca, Muhammet Tarhan  | 25.06.2024 - Rojanekırın : 26.06.2024
Wezîrê Karên Derva Fidan: "Îsraîl li Xezeyê jinavbirina nijadî didomîne"

Ankara

ANKARA (AA) - Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan diyar kir ku li Xezeyê drama mirovî didome û wiha got, "Îsraîl li Xezeyê bi gotina herî di cih da jinavbirina nijadî didomîne. Li Xezeyê rojê sûcekî din ê şer tê kirin. Îsraîl hê jî li pey wê yekê direve ku xaka xwe fireh bike û xaka birayên me yên Filistînî didize. Em li hemberî vê bêdeng neman û em ê nemînin jî."

Fidan piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derva yê Çekyayê Jan Lipavsky ra ya li Wezareta Karên Derva, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û axivî.

Fidan bal kişand ku ew digel hemtayê xwe li ser drama mirovî ya li Xezeyê rawestiya û wiha dewam kir:

"Îsraîl li Xezeyê bi gotina herî di cih da jinavbirina nijadî didomîne. Li Xezeyê rojê sûcekî din ê şer tê kirin. Îsraîl hê jî li pey wê yekê direve ku xaka xwe fireh bike û xaka birayên me yên Filistînî didize. Em li hemberî vê bêdeng neman û em ê nemînin jî. Bereksê wê em ê li hemû platforman dengê xwe bilindtir bikin da ku zilma li Xezeyê bidawî bibe. Em ê hemû derfetên dîplomasiyê heya dawiyê seferber bikin. Di vê çarçoveyê da em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo agirbesta li Xezeyê. Rêya çareseriyê, di cîbicîkirina çareseriya du dewletiyê ra derbas dibe. Êdî gelek welat vê rastiyê qebûl dikin. Hejmara welatên dewleta Filistînê nas dikin zêde dibe û ev jî nîşaneya vê yekê ye. Ji bo zêdebûna vê hejmarê em ê di serdema pêş me da jî xebatên xwe bênavber bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.