Wezîrê Karên Derva Fîdan li Washîngtonê bi hemtayê xwe yê Amerîkayî Rubîo ra hat bal hev

Washington DC
Hevdîtina di navbera Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo da ya li Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê dest pê kir.
Wezîrê Karên Derva Fîdan û Wezîrê Karên Derva Rubîo li avahiya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya li Washîngtonê hatin bal hev.
Wezîran berî civînê li ber kamerayan destê hev şidandin û poz dan û paşê derbasî hêwana ku hevdîtin dê lê bê kirin bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin tê payîn ku di hevdîtinan ewil a ku di heyama Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da dê bên kirin da pêngavên stratejîk ên pêkan e ku di têkiliyên dualî yên Tirkiye-Amerîkayê da bên avêtin û amadehiyên ziyaretên di asta serokdewletê ya ku di heyamên pêş da bên kirin bên guftûgokirin.
Digel vê dê di hevdîtinê da di serî da rewşa li Ukrayna û Filistînê geşedanên li Sûriyeyê geşedanên herdu welatan eleqedar dikin û derfetên hevkariyê yên di vê çarçoveyê da dê bên nirxandin.
Tê payîn ku Wezîr Fîdan di mijarên Tirkiyeyê eleqedar dikin da nêrîn û heviyên xwe ragihîne û di vê çarçoveyê da piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo îstiqrar û yekîtiya Sûriyeyê destnîşan bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Dışişleri Bakanı Fidan ve ABD'li mevkidaşı Rubio, Washington'da bir araya geldi
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) March 25, 2025
📌 Türkiye-ABD ilişkileri:
➡️ Görüşmede Türkiye-ABD ilişkilerinde stratejik adımlar ve liderler düzeyindeki ziyaretlerin hazırlıkları ele alınacak
📌 Terörle mücadelede işbirliği:
➡️ DEAŞ'la… pic.twitter.com/4kPxHXFKjE