Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Serokê HKIyê Barzanî ra hevdîtin kir

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 60emîn da bi Wezîrê Karên Derva yê Togoyê Robert Dussey, Wezîra Karên Derva ya Romanyayê Lumunîta Odobescu û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hat bal hev.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin dii hevdîtina Fîdan û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî da hat destnîşankirin ku qetlîama ku li Xezeyê dewam dike divê demildest biqede.
Ji bo ku rageşiya li herêmê zêdetir nebe tevdîrên divê bên hildan hatin guftûgokirin û alî mutabiq man ku divê alî bi îtidal tevbigerin.
Di hevdîtinê da hat diyarkirin ku ewlehî, îstiqrar û refaha Iraqê rasterast Tirkiyeyê eleqedar dike.
Di hevdîtinê da her wiha hat destnîşankirin ku di mijara têkoşîna dijî terorê da îradeya hevpar heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.