Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Bakirî ra axivî

Can Efesoy  | 30.06.2024 - Rojanekırın : 01.07.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Bakirî ra axivî

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Elî Bakirî ra bi têlefonê axivî.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, di axaftinê da rewşa dawîn a li Xezeyê hat rojevê û rîska belabûna herêmê ya pevçûnê hat nirxandin.

Wezîr Fîdan di axaftinê da diyar kir, li Libnanê zêdebûna rageşiyê wê bi awayekî neyênî li Iraq û Sûriyeyê jî reng vede.

Wezîr Fîdan û Cîgirê Wezîr Bakirî der heqê mijara têkoşîna terorê, mijarên dualî yên qada aborî û gîhandinê da fikrên xwe ji hev ra gotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.