Wezîrê Karên Derva Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov li ser rewşa li Sûriyeyê axivîn

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê li ser rewşa li Sûriyeyê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Fîdan û Lavrov bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da rewşa li Sûriyeyê û Pêvajoya Astanayê hatin gotûbêjkirin.
- Wezîrê Karên Derva Fîdan û Serokwezîrê Libnanê Miqatî bi têlefonê axivîn
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serokwezîrê Libnanê Necib Miqatî bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Fîdan û Miqatî bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da rewşa li Sûriyeyê û rewşa agirbesta li Libnanê hatin gotûbêjkirin.
- Wezîrê Karên Derva Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Al Sanî bi têlefonê axivîn
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Ebdurrehman Al Sanî bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Fîdan û Al Sanî bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da rewşa li Sûriyeyê û pêkanîna agirbesta li Xezeyê hatin gotûbêjkirin.