Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "(Îran-DYA/Îsraîl) Ev pevçûn dibe ku bi awayekî berbiçav birînan kûrtir bike"

Gökhan Çeliker, Can Efesoy, Sümeyye Dilara Dinçer, Büşranur Keskinkılıç, Sercan İrkin  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "(Îran-DYA/Îsraîl) Ev pevçûn dibe ku bi awayekî berbiçav birînan kûrtir bike"

Istanbul

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "(Îran-DYA/Îsraîl) Ev pevçûn dibe ku bi awayekî berbiçav birînan kûrtir bike û bandorê li welatên ku çarenûsa wan ketiye nav hevdu bike."

Wezîr Fîdan di roja duyemîn a Lûtkeya Stratejîk a Navneteweyî (STRATCOM 2026) da gotara vekirinê pêşkêş kir.

Fîdan STRATCOM civîneke "gelekî watedar" bi nav kir û tekezî kir rewşa heyî ne tenê bêîstiqrarî, di heman demê da di hilweşîneke sîstematîk da ye.

Fîdan diyar kir ku ev di rastiyê da encama hilweşîneke pir kûrtir e û got, "Ji ber ku dema em behsa hilweşînê dikin, pergala navneteweyî pusula xwe ya rewiştî wenda kiriye û di warê meşrûiyetê da zehmetiyan dikişîne."

Fîdan destnîşan kir ku piştî vê yekê qeyran çêbûne û got ku gihîştiye xaleke wisa ku sazî êdî ewlehî ne pêkan e bêparastin, pêşî li aloziyan nayê girtin û her wiha bi pirsgirêkên têkildarî aştiyê va rûbirû tê mayin.

Hakan Fîdan diyar kir ku divê pirsa gelo pergala navneteweyî hê jî xwedî şiyana lêkolînê ye yan na, were nirxandin û her wiha got ku divê ev yek ji hêla edalet, pêşbînîkirin û baweriyê va were nirxandin.

Wezîr Fîdan tekezî kir ku nakokiya DYA/Îsraîl-Îranê bandorê li rêziknameyên ewlehiyê yên heyî dike û got, "Ev pevçûn dibe ku bi awayekî berbiçav birînan kûrtir bike û bandorê li welatên ku çarenûsa wan ketiye nav hevdu bike."

Fîdan bi bîr xist ku şer bandorê li tevahiya cîhanê dike û got, "Ji ber vê yekê, em di asta herî bilind da banga aramiyê dikin. Tirkiye bi hevkarên xwe yên li herêmê ra bi hevrêzî tevdigere da ku çareseriyên dîplomatîk bibîne."

Wezîr Fîdan diyar kir ku pêwîst e alozî li dû xwe werin hiştin û hevkariyê bi awayekî wisa bikin ku sûdê bide her kesê li herêmê.

Fidan her wiha anî ziman ku Tirkiye di çarçoveya hevgirtina herêmî da pabendbûna xwe ya ji bo şopandina vê vîzyona hevpar didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.