Polîtîka

Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu bi telefonê digel hevtayê xwe yê DYAyî Blinken axivî

Mustafa Deveci  | 30.05.2023 - Rojanekırın : 31.05.2023
Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu bi telefonê digel hevtayê xwe yê DYAyî Blinken axivî

Ankara

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonê digel Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Antony Blinken encam da.

Li gorî agahiya ku ji wezaretê hat dayin, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Atony Blinken di peywendiya xwe ya digel hevtayê xwe Çavuşoglu de, ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jinûva weke serokomar hat hilbijartin û di hilbijartina parlementoyê de serkeftin bi dest anî, pîrozbahî kir.

Di peywendiya Çavuşoglu-Bilinken de mijarên weke amadekariyên civîna Mekanîzmaya Stratejîk a ku tê plankirin serdema bê de were kirin, hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de, êrîşa li New Yorkê ya li dijî Turkeviyê, pêvajoya endamtiya Swêdê ji bo NATOyê û Peymana Zad Stenbolê hatin gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.