Tirkiye

Walîtiya Meletiyê: Di erdhejan da heta niha 1346 kes mirin, 6 hezar û 962 kes birîndar bûn

Volkan Kaşik  | 14.02.2023 - Rojanekırın : 14.02.2023
Walîtiya Meletiyê: Di erdhejan da heta niha 1346 kes mirin, 6 hezar û 962 kes birîndar bûn

Malatya

 Walîtiya Meletiyê ragihand ku li Meletiya ku erdhejên navend Kaharamanmaraş tesîr lê kirin da heta niha 1346 kes mirin û 6 hezar û 962 kes birîndar bûn, 1154 avahî xira bûn.

Di daxuyaniya walîtiyê da der barê rewşa dawîn a li bajarê ku erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên navend Kahramanmaraş tesîr lê kirin da agahî hat dayîn.

Hat ragihandin ku li bajêr heta tesbîtên îro 1346 kes mirine, 6 hezar û 962 kes birîndar bûne, 1154 avahî xira bûne û 7 hezar û 129 avahiyên zirardîtî hatine tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi firokeyê zêdetir navçeyên Akçadag û Doganşehîrê dest bi belavkirina melzemeyên alîkariyê kirin û hat diyarkirin ku di 4 rojên dawîn da 50 tûr avêtin û melzeme belav kirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji Meletiyê bi otobêsan 25 hezar, bi rêya asîmanî jî 23 hezar û 303, bi trênê jî 29 hezar û 398 kesî veguhestin bajarên din.

Hat ragihandin ku her wiha ji bo kesên erdhej tesîr lê kir 18 hezar û 252 kon hatin vedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın