Turksat 6Aya peyka xwemalî û neteweyî ya Tirkiyeyê îro dest bi xizmetê dike
- Abdulkadir Uralogluyê Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê: "Bi teşrifa Serokomar Recep Tayyip Erdogan sibê bi merasima li Binkeya Turksatê li Golbaşiyê va Turksat 6Aya peyka xwemalî û neteweyî ya ewil dest bi xizmetê dike"

Ankara
Abdulkadîr Uralogluyê Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê ragihand, Turksat 6Aya peyka xwemalî û neteweyî ya ewil a Tirkiyeyê dê sibê bi merasima ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan wê beşdar bibe va dest bi xizmetê bike û wiha got, "Bi despêka xizmetê ya Turksat 6Ayê va qada şamilbûna peykên me ji 3,5 milyar kesî dê derkeve 5 milyar kesî, peyka me dê herî kêm 15 salan xizmetê bike."
Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bal kişand ku raboriya Tirkiyeyê ya peykê bi Turksat 1Byê dest pê kir ku di 1994an da di rêgehê da edilî û her wiha da bibîrxistin ku di sala 1996an da Turksat 1Cyê û di sala 2001ê da jî Turksat 2Ayê ev peyk şopandin.
Uraloglu bal kişand ku Tursat 6A encama xebateke 20 salan e û wiha dewam kir, "Di dahênandina Turksat 6Ayê da endezyarên Turksatê cih girtin ku di peykên 3A, 4A û 4Byê da cih girtibûn. Bi tevkariya endezyarên Turksatê va peyka 6Ayê bi rêjeya herî bilind a xwemalîbûnê va hat hilberîn. Bi vê serkeftinê va welatê me bû ji wan 11 welatan ku dikarin peyka ragihandinê hilberînin."
Uraloglu destnîşan kir ku di dahênandina Turksat 6Ayê da ASELSAN, TUSAŞ, TUBÎTAK Feza û C2TECH pêkva xebitîn û wiha dewam kir:
"Bi teşrifa Serokomar Recep Tayyip Erdogan sibê bi merasima li Binkeya Turksatê li Golbaşiyê va Turksat 6Aya peyka xwemalî û neteweyî ya ewil dest bi xizmetê dike. Bi despêka xizmetê ya Turksat 6Ayê va qada şamilbûna peykên me bi lêzêdebûna welatên wekî Hindistan, Tayland, Malezya û Endonezyayê va ji 3,5 milyar kesî dê derkeve 5 milyar kesî û her wiha peyka me dê herî kêm 15 salan xizmetê bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.