Tirkiye

Tunela Yenîkopruyê ya li ser rêya Hekarî-Yuksekovayê ji trafîkê ra vebû

Mustafa Çalkaya  | 12.01.2025 - Rojanekırın : 13.01.2025
Tunela Yenîkopruyê ya li ser rêya Hekarî-Yuksekovayê ji trafîkê ra vebû Hakkari-Yüksekova yolundaki Yeniköprü Tüneli trafiğe açıldı

Ankara

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku tunela Yenîkopruyê ya li ser rêya Hekarî-Yuksekovayê ji trafîkê ra vebû û wiha dewam kir, "Bi vebûna tunelê ra navbera Yenîkopru û Yuksekovayê 5 kîlomêtre kin bû, dema seyahetê ji 40 deqîqeyî berjêrî 22 deqîqeyan bû."

Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku çêkirina rêya navbera Yenîkopru-Yuksekovayê ku 16,2 kîlomêtre ye, di 2017an da dest pê kir.

Uraloglu diyar kir, dirêjahiya Tunela Yenîkopruyê ya ser rêya Hekarî û Yuksekovayê 3 hezar û 965 mêtre ye û wiha dewam kir, "Tunela Yenîkopruyê ya li ser rê vebû. Bi vebûna tunelê ra navbera Yenîkopru û Yuksekovayê 5 kîlomêtre kin bû, dema seyahetê ji 40 deqîqeyî berjêrî 22 deqîqeyan bû. Dema seyahetê 18 deqîqeyan kin bû."

Uraloglu destnîşan kir, bi vebûna tunelê ra zivistanê êdî di trafîkê da tengasî wê siviktir bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.