"Tu eleqeya yên ku rûpoşa didin ber rûyê xwe û êrîşî polêsên me dikin bi demokrasî, hiqûq û azadiyê bi hev ra tune"
- Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Divê ji kesên ku çavkaniyên şaredariyan ku ked û nanê helal ê gelê me ne bi bertîl, dizî û gendeliya organîze tune dikin li ber dîrok û edaletê hesab bê pirsîn"

Ankara
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Divê ji kesên ku mizgeftan dilewitînin, xira dikin û dişewitînin û vê jî wekî demokrasiyê nîşan didin, çavkaniyên şaredariyan ku ked û nanê helal ê gelê me ne bi bertîl, dizî û gendeliya organîze tune dikin li ber dîrok û edaletê hesab bê pirsîn."
Bahçelî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî daxuyaniyek da û nirxandina "Ji CHPya nexweş a ku bi provokasyona Saraçhaneyê ji bo pêşîlêgirtina Tirkiyeyê ketine dorê bigire heta partiyên marjînal û komên çepgir ûn dereqanûnî hemû bi gotin ê kirinên xwe va helwesteke dijminan tîne bîrê nîşan didin." û got ku bi nêrîneke mixalefetê ya ku ewqas ji rastiyê dûr ketiye ku dikare ji bo vandalîzmê bibêje nobeta demokrasiyê, bûye xerîbê gel û dewletê xwe û bedêla bonserwêsa wan ji zê da hatiye dayîn ra rû bi rû ne.
Bahçelî da zanîn ku di heyameke ku prestîj û nirxa zêde dibe ya Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde bû û lez bû da "komploya Saraçxaneyê" xistin dewrê û wiha dewam kir:
"Kesên ku ji nişka va komploya Saraçhaneyê xistin dewrê şirîkên wan kesan e ku bûne dîlên dijminên Tirk û Tirkiyeyê û ji ber vê xizmetkariya netêwê dikin. Tu eleqe û pêwendiya namerdên ku rûpoşa didin ber rûyê xwe û keviran diavêjin polêsên me, bivirê diavêjine wan, bi fişengên hewayî êrîş dikin, asîtê direşînin û demokrasî, hiqûq û azadiyê bi hev ra tune. Kesên dibêjin ku 'Zilmê di 1453yan da dest pê kir' ji xeynî komeke sîxurên ku Mizgefta Şehzadebaşiyê û hazîreya wê dilewitînin û eşqiyayên bajêr pê va tişteke din nînin. Divê ji kesên ku mizgeftan dilewitînin, xira dikin û dişewitînin û vê jî wekî demokrasiyê nîşan didin, çavkaniyên şaredariyan ku ked û nanê helal ê gelê me ne bi bertîl, dizî û gendeliya organîze tune dikin li ber dîrok û edaletê hesab bê pirsîn. Sixêfên ku li dayika muhterem û merhume ya Birêz Serokomarê me hatin kirin nîşan dide ka kî ji bo girtina serê pireyan derketiye kolanan. Kampanyaya fitne û galgalê ya der barê pêvajoya tedawiya min da avêtin holê nîşan dide ku niyetên şeytanî çawa dixwazin ku anarşiya li kolanan xurt bikin."