Dinya

Trump: "Piştî ku şer qediya ewê Îsraîl Xezeyê radestî DYAyê bike"

Nuri Aydın  | 06.02.2025 - Rojanekırın : 08.02.2025
Trump: "Piştî ku şer qediya ewê Îsraîl Xezeyê radestî DYAyê bike"

Istanbul

Serokê DYAyê Donald Trump ragihand "Piştî ku şer qediya ewê Îsraîl Xezeyê radestî DYAyê bike."

Trump li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Truth Socialê derbarê plana "dewrstandina" Xezeyê parvekirinek kir.

Trump îdia kir ku ewê Filistînî di çarçoveya plana navborî da bigihjin jiyaneke "bextewer" û got, "Piştî ku şer qediya ewê Îsraîl Xezeyê radestî DYAyê bike. Ewê Flistînî û mirovên weke (Lîderê Senatoya Kemîneyan a DYAyê) Chuck Schumer li heremê li xaniyên nû û modern bên bicihkirin û û wê bikevin nav civakên ewledar û bedew. Bi rastî ewê şansê bextewer, ewledar û azad bi dest bixînin."

Trump îdia kir ku ewê li herêmê îstiqrar bibe serwer û got, "DYA dê bi tîmên pêşkeftina mezin ên ji çaraliyê cîhanê re bixebite û bi awayekî hêdî û baldar dest bi avakirina tiştê ku dê bibe yek ji mezintirîn û bi heybettirîn pêşkeftinên bi vî rengî li cîhanê. Dê pêwistî bi eskerên Amerîkî nemîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.