Dinya

Trump destûrnameyên ewlehiyê yên çend rayedarên hikûmetê yên berê betal kir

Dildar Baykan Atalay  | 22.03.2025 - Rojanekırın : 23.03.2025
Trump destûrnameyên ewlehiyê yên çend rayedarên hikûmetê yên berê betal kir

Ankara

Serokê DYAyê Donald Trump destûrnameyên ewlehiyê yên çend rayedarên hikûmetê yên berê weke Alîkara Serokê DYAyê Kamala Harris, Wezîra Karên Derva ya berê Hillary Clintonê betal kir.

Trump di nivîseke fermî da ragihand ku wî destûrnameyên ewlehiyê yên gelek rayedarên hikûmetê yên berê betal kirine û êdî ne di berjewendiya welêt de ye ku ev kes bigihêjin "belgeyên hesas".

Di nav wan kesan da yên ku Trump destûrnameyên ewlehiyê yên wan betal kirin, Alîkara Serokê DYAyê Kamala Harris, Wezîra Karên Derva ya berê Hillary Clinton û Endama berê ya Meclisa Nûneran a Komarî Liz Cheney û her weha malbata serokê berê yê DYAyê Joe Biden hene.

Bi vê biryarê, navên di lîsteyê da dê nikaribin xwe bigihînin belge û zanyariyên hesas, di nav da jî brîfîngên rojane yên ji bo Serokê DYAyê tên dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.