Tirkiyeyê lenet kir ku Îsraîlê Nexweşxaneya Dostaniyê ya Tirk-Filistînê ya li Xezeyê xira kir
- Wezareta Karên Derva: "Em lenet dikin ku Îsraîlê Nexweşxaneya Dostaniyê ya Tirkiye-Filistînê ya ku welatê me ava kir û ji hêla meqamên herêmî va wekî nexweşxaneya pençeşêrê dihat emilandin, xira kir"

Ankara
Wezareta Karên Derva lenet kir ku Îsraîlê Nexweşxaneya Dostaniyê ya Tirkiye-Filistînê ya ku welatê me ava kir û ji hêla meqamên herêmî va wekî nexweşxaneya pençeşêrê dihat emilandin, xira kir.
Wezaretê der barê êrîşa Îsraîlê ya ku Nexweşxaneya Dostaniyê ya Tirk-Filistînê ya li Xezeyê hedef girt da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em lenet dikin ku Îsraîlê Nexweşxaneya Dostaniyê ya Tirkiye-Filistînê ya ku welatê me ava kir û ji hêla meqamên herêmî va wekî nexweşxaneya pençeşêrê dihat emilandin, xira kir."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Xezeyê hedef girtina nexweşxaneyeke ku xizmetên tenduristiyê dide sivîlan parçeyeke polîtîkayên Îsraîlî ye ku hewl dide Xezeyê bike ciheke wisa ku nekarin lê bijîn û ji bo tehcîrê zorê bide gelê Filistînê û hat gotin ku "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku dijî terora sîstematîk û êrîşên hiqûqnenas ên Îsraîlê tevdîrên berbiçav û texilker hilde."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di serî da Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu hemû berpirsyarên komkujiya li Filistînê diqewime dê dawiya dawî li ber hiqûqa navneteweyî hesabê bidin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.