Tirkiyeyê êrîşa Îsraîlê ya dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê şermezar kir

Ankara
Wezareta Karên Derva, êrîşa Îsraîlê ya dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin, Îsraîlê binpêkirineke nû li wan binpêkirinên hiqûqa navneteweyî yên van dawiyan dike, zêde kir.
Di daxuyaniyê da êrîşa Îsraîlê ya dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê hat şermezarkirin û hat balkişandin ku fikar heye, çalakiya navborî veguhere pevçûnekê ku dê tesîrê li hemû herêmê bike.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Em bangî hemû aliyên têkildar dikin ku bi aqlê selîm tevbigerin û hiqûqa navneteweyî cîbicî bikin."