Tirkiye

Tirkiye ji ber biryara DENê ya der barê ku Îsraîl êrîşên xwe yên dijî Refahê rawestine da kêfxweş e

Wezareta Karên Derva: "Li dinyayê tu welat ji ser hiqûqê ra nîne. Em hêvî dikin ku hemû biryarên ku Dîwanê hildan demildest bên bicîanîn"

Muhammet Tarhan  | 25.05.2024 - Rojanekırın : 27.05.2024
Tirkiye ji ber biryara DENê ya der barê ku Îsraîl êrîşên xwe yên dijî Refahê rawestine da kêfxweş e

Istanbul

Wezareta Karên Derva diyar kir ku ji ber biryara îhtiyadî ya ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) biryar da ku Îsraîl êrîşên xwe yên li Xezeyê demildest rawestîne kêfxweş in û hat gotin ku "Li dinyayê tu welat ji ser hiqûqê ra nîne. Em hêvî dikin ku hemû biryarên ku Dîwanê hildan demildest bên bicîanîn."

Wezaretê der barê biryara îhtiyadî ya Dîwana Edaletê ya NAvneteweyî da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em ji ber biryara tevdîra îhtihadî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya biryar da ku Îsraîl li Xezeyê êrîşên xwe yên dijî Refahê demildest rawestîne û deriyê sînor ê Refahê demildest ji bo alîkariyên mirovî bê vekirin, kêfxweş e."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Li dinyayê tu welat ji ser hiqûqê ra nîne." û hat gotin ku "Em hêvî dikin ku hemû biryarên ku Dîwanê hildan demildest bên bicîanîn. Ji bo temîna vê yekê em bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê (Neteweyên Yekbûyî) dikin ku çi dikeve ser milê wan bile bi cî bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın