Tirkiye

Termê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa wenda hat dîtin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 15.10.2024 - Rojanekırın : 16.10.2024
Termê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa wenda hat dîtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, termê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa ku 18 roj bû wenda bibû, hat dîtin.

Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

"Mixabin termê keça me Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê ya 27ê Îlona 2024an roja Înê li Wanê ji wargeha KYKyê derketibû û 18 roj bû wenda bû, ji hêla ekîbên me li qeraxê Gundê Mollakasimê yê Gola Wanê hat dîtin.

Ez ji bo keça me Rojînê ji Xwedê rehmetê; ji bo malbat û xizmên wê û her wiha gelê me yê ezîz sersaxiyê dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.