Tereftarên fitbolê yên ku li ber derê Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê civiyan Îsraîl protesto kirin

Istanbul
Komên tereftarên fitbolê ji ber êrîşên wî yên dijî Xezeyê Îsraîl protesto kirin.
Komên Galatasaray-Ultraslan, Fenerbahçe-Genç Fenerbahçelîler, Beşîktaş-Çarşi, Trabzonspor-Gurbetçî Gençler, Bursaspor-Texas, Ankaragucu-Gece Kondu, Adana Demirspor-Şîmşekler, Sakaryaspor-Tatangalar û Kocaelîspor-Hodrî Meydanê li ber derê Konsolosxaneya Îsraîlê kom bûn, dirûşme berz kirin û bertek nîşanî Îsraîlê dan.
Di daxuyaniya ku li ser navê komê hat dayîn da gotina dewleta terorê ya ku Filistînê mecbûrî birçîbûn, zilm û komkujiyê kiriye hat bikaranîn.
Di dema daxuyaniyê a çendî caran bi meşaleyan dirûşm hatin berzkirin û piştgirî dan Filistînê û bertek nîşanî Îsraîlê dan.
Piştî axaftinan ji bo kesên li Filistînî jiyana xwe ji dest dan Qur'an hat xwednin û tereftar bi dirûşmeyan ji qadê çûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.