Tûxayên Qessamê daxuyand, ji ber ku Îsraîlê teahudên xwe bi cih neanîn, wan berdêlîkirina hêsîran taloq kir

Istanbul
Berdevkê Tûxayên Îzzeddîn el-Qessama şaxa eskerî ya Hemasê Ebû Ubeyde daxuyand, ji ber ku Îsraîlê teahudên peymana agirbestê bi cih neanîn, wan berdêlîkirina hêsîran a ku dawiya hefteyê dihat payîn, taloq kir.
Ebû Ubeyde daxuyanî da û diyar kir, wan di 15ê Sibatê da berdêlîkirina hêsîran plan dikir, lê heta ku Îsraîl teahudên xwe bi cih neyne û berpirsiyariyên xwe yên hefteyên berê telafî neke, ew hêsîran bernadin û wan berdana hêsîran heta demeke nediyar taloq kir.
Ebû Ubeyde diyar kir, heke Îsraîl li gor xalên peymana agirbestê tevbigere, wan teyîd kir ku ew ê jî li gor van xalan tevbigerin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.