Dinya

Tûxayên Qesamê ragihandin ku wan li rojhilatê Xezeyê eskerên Îsraîlê kirin dafikê û hin ji wan kuştin

Jomaa Younis, Ömer Erdem  | 21.04.2025 - Rojanekırın : 24.04.2025
Tûxayên Qesamê ragihandin ku wan li rojhilatê Xezeyê eskerên Îsraîlê kirin dafikê û hin ji wan kuştin

Gazze

Tûxayên Îzedîn el-Qesam ên baskê çekdarî yê Hemasê ragihandin ku wan li rojhilatê Xezeyê li Taxa Tuffahê yekîneyeke eskerî ya Îsraîlê kaş kir nav tuneleke bi dafik û di encama êrîşê da hin eskerên Îsraîlê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Tuxayên Qesamê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Telegramê da diyar kirin ku mensûbên wan li rojhilatê Xezeyê li Taxa Tuffahê yekîneyeke eskerî ya Îsraîlê kaş kir nav tuneleke bi bombe û di pey ra tunel hat teqandin.

Hat diyarkirin ku di encama teqînê da ji eskerên Îsraîlê kuştî û birîndar hene.l

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın