Tirkiye

Suryaniyên ji ber bûyerên terorî mecbûrî koçê derveyî welêt kirin, vedigerin welatê xwe

Halil İbrahim Sincar, Selahattin Erol  | 29.09.2025 - Rojanekırın : 30.09.2025
 Suryaniyên ji ber bûyerên terorî mecbûrî koçê derveyî welêt kirin, vedigerin welatê xwe

Mardin

HALİL İBRAHİM SİNCAR/SELAHATTİN EROL - Suryaniyên li Mêrdînê ku salên borî ji ber bûyerên terorî mecbûrî koçê derveyî welêt kirin, piştî li herêmê aramî pêk hat, vedigerin welatê xwe.

Li Midyat û Nisêbînê gelek kesên ji çand û baweriyên cuda li gel hevdu dijîn. Suryaniyên li herêmê jî di salên 1990î da ji ber bûyerên terorî mecbûr man ku koçî welatên Ewropayê bikin. Lêbelê Suryaniyên mecbûrî koç kirin welatê xwe ji bîr nekirin û piştî salan bi saya têkûzkirina aramiya herêmê dest bi vegerê kirin.

Suryaniyên li welatên wekî Almanya, Swêd, Swîsre û li welatên din ên li Ewropayê û yên li Libnanê di mehên havînê da tên welatê bav û kalên xwe, li ser axa xwe bêhna xwe berdidin.

Suryaniyên li Elbegendi, Yemişli, Anitli, Îzbirak û Gulgozeya ser Midyatê û yên li taxa Uçkoy, Dîbek û Odabaşiya ser Nisêbînê di mehên havînê da tên ser axa xwe, li vir bi malbata xwe ya mezin, heval û hogirên xwe ra tên balhevdu, bêhna xwe berdidin.

Li herêmê piştî pêkhatina aramiyê Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Midyatê dest bi xebatên binasazî û sersaziyê kirin. Ev yek jî bandor li ser vegera niştecihên herêmê yê koçkirî kir ku zûtir vegerin welatê xwe.

Hejmara Suryaniyên ku vedigerin roj bi roj zêdetir dibe. Suryaniyên ku vegerîne herêmê xaniyên xwe yên texrîbbûyî û dêrên hilweşyayî temîr dikin.

Patrîkê Dêra Ortodoks ya Suryanî Mor Îgnatius II. Efrem Kerim ji nêçegihanê AAyê ra axivî got ku ji bo geşedanên li herêmê memnûn in.

- "Ev der mala me ye"

Kerîm got, em kêfxweş in ku Suryanî vedigerin welatê xwe û wiha dewam kir:

"Heger li herêmê 40 sal berê jî ev derfet hebûna Suryaniyan wê koçî Ewropayê nekira. Komara Tirkiyeyê astengiyên li pêşiya vegerê ya Suryaniyan rakir, veger hêsan bû. Em dibînin ku dêrên li gundan tên vesazkirin, xanî tên çêkirin. Zarokên malbatên ku vegerîne li vê derê tên vaftîzkirin. Em pir kêfxweş dibin. Ev ax welatê me ye, ev der mala me ye. Em ji bo aramiya li herêmê di serî da spasiya Serokomarê xwe û hemî kesên ku keda wan heye dikin."

- Zêdetirî 100î xanî hatin çêkirin û restorekirin

Muxtarê Taxa Yemişli Resul Kuçukaslan got ku gelek kes vedigerin herêmê û wiha axivî:

"Gundê me geş bû. Şaredariya me binesazî û sersaziya gundê me çêkir. Welatiyên me yên Suryanî jî kêfxweş bûn û dest bi vegerê kirin. Serjimara gund ku heta 7-8an daketibû zêde bû, derket 150-200 kesî. Zêdetirî 100î xanî hatin çêkirin û restorekirin. Em ji bo van geşedanan memnûn in."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın