Şirketa Adidasê ya ku Bella Hadîdê ji nav reklamên xwe derxist bi banga boykotê ra rû bi rû ma

Istanbul
Şirketa Adîdasê ya Almanan ya ku cil û bergên werzişê difroşe ji ber bertekên kom û saziyên ku piştgiriya Îsraîlê dikin mankena Filistînî Bella Hadîdê ji nav reklamên xwe derxist. Piştî vê bûyerê li dijî şirketê bertek tên nîşandan û bangên boykotê tên kirin.
Piştî bertekên Îsraîlê Adîdasê Bella Hadîda ku demeke dirêj e ji bo mafên Filistîniyan dengê xwe bilind dike ji nav reklamên xwe yên solan derxist.
Li gorî nûçeya Daîly Maîlê, Hadîdê der barê mijarê da agahî da parêzerên xwe û Adîdasê jî ji ber vê pirsgirêkê lêborîn xwest.
Piştî biryara şirketê gelek kesan li ser medyaya civakî bertek nîşanî Adîdasê da.
Bikarhênerekî medyaya civakî wiha got: "Bella Hadîd qehremanek e! Hêvîdar im ku Adîdas ji boykotê zirarê bibîne."
Yekî din jî wiha got: "Biborin zarokno, ji ber miemeleyên wan ên tirsonek ên li hemberî Bella Hadîdê ez Adîdas nakirim."
Analîstê siyasî Samî Hemdî jî ji nûçegihana AAyê ra behsa tesîra boykotê ya li dijî şirketên ku piştgiriya Îsraîlê dikin kir û wiha got: "McDonald's, Starbucks, KFC û marqeyên din jixwe li welatên ku piraniya wan Misilman in bandora tevgerên boykotê dibînin. Gelek ji van marqeyan mecbur man ku gelek şaxên xwe bigirin. Bi heman awayî ji bo Adîdasê jî bangên boykotê yên bi vî rengî tên kirin."
Hamdî anî ziman ku li dijî Îsraîlê nêrîneke neyînî her ku diçe zêde dibe û ji ber vê jî ew hewl dide dengê Filistîniyên ku dikarin tesîrê li ser raya giştî bikin, bibire.
Rêveberê Navenda Têkiliyên Kurewî û Îslamî yê Zanîngeha Zaîmê ya Stenbolê û çalakvanê Filistînî Samî Al-Arîan jî Adîdas rexne kir û wiha axivî: "Ez difikirim ku li dijî Adidasê boykotek dikare çêbibe û Adîdas mecbur bimîne ku bi vî awayî derseke dijwar fêr bibe. Lewra ew berjewendiyan xwe ji prensîbên xwe pêştatir dinirxînin."
- Adîdas ji paşve gav navêje
Adîdasê li ser hesabê xwe yê Înstagramê gotibû ew ji ber êş û pirsgirêkên çêbûne lêborînê dixwaze û daxuyaniyê wiha dewam kiribû: "Em ji hevkarên xwe Bella Hadîd, ASAP Nast, Jules Kounde û yên din lêborînê dixwazin ku bandora neyînî (kampanya) li ser wan çêbû. Em kampanyayê ji nû ve sererast dikin."
- Qezenca Adîdasê di nav xetereyê da ye
Ji sedî 39ê qezenca Adidasê ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur tê.
Adîdasa ku yek ji mezintirîn marqeyên cil û bergên werzîşê ye, li seranserê cîhanê 59 hezar kesî dide xebitandin.
Şirketê sala borî 21,4 milyar ewro dahata safî ya firotinê bi dest xist.
Di sala 2023yan da di dahata firotanê ya şirketê da ji sedî 39 qezenc ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê (EMEA) hat bidestxistin. Amerîkaya Bakur ji sedî 25, Çîn ji sedî 15 û herêma Asya-Pasîfîkê û Amerîkaya Latîn jî wek ji sedî 11 di lîsteyê da cî girtin.
Piştî bertek û bangên boykêtê yên li dijî Adîdasê qezenc û kara Adîdasê di nav xetereyê da ye.
Lewra gelek şirketên din yên wek Starbucksê piştî boykotê zirareke mezin dîtibûn, heta wisa ku vê şirketê qasî du hezar kes ji kar derxistibû û gelek kargehên xwe yên li Rojhilata Navîn girtibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.