Çand û huner

Şikeftên li Hesenkêfê weke otêl hatin sazkirin û saleke din wê turîstan biezimînin

İbrahim Toprak  | 11.10.2023 - Rojanekırın : 19.10.2023
Şikeftên li Hesenkêfê weke otêl hatin sazkirin û saleke din wê turîstan biezimînin

Batman

 Şikeftên li Uçyola gundê Hesenkêfa navçeya Batmanê hatin restorekirin û weke otêlên bûtîk hatin sazkirin.

Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê û Îdareya Taybet ya Batmanê 6 sal berê projeya 8 şikeftên li gundê Uçyolê çêkirin û gorî otêlên bûtîk restore kirin.

Şikeftên ku wê weke otêlên bûtîk bên şixulandin bi îhaleyê dan fîrmayeke taybet. Fîrmayê ji bo li navçeya dîrokî kapasîte zêde bibe wê li derdora şikeftan ji keviran 15 avahiyan çêke.

Li derdora şikeftên ku restorasyona wan temam bûye, xebatên peyzajê didomin. Şikeftên ku wê weke otêlên bûtîk bên emilandin piştî ku xebatên didomin biqedin dê sala pêş me bên vekirin.

- "Em li bendê ne welatiyên me werin vê qada xweşik bibînin"

Qaymeqamê Hesenkeyfê Mehmet Alî Îmrak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku şikeft veguherandine otêlê, tesîsata av û ceyranê jî çêkirine.

Îmrak got, "Vê gavê konseptek ku ji 8 odeyan pêk tê heye. Ji vana hinek bo malbatan hinek jî ji bo yek kesî ne. Di hundir da serşok û daşîr heye. Her wiha wê vesazkirina peyzajê bên kirin, kafeteryayek bê vekirin. Ew ê kapasîteya wê 30 ode bin."

Îmrak got ku ax û kevirên Hesenkeyfê dîrok e, turîstên ku carekê bên vir ziyaret bikin wê bixwazin cara duduyan vir bibînin, em dixwazin her kes were vî cihê xweşik bibîne.

Rayedarê otêla bûtîk Gurgîn Tufan jî wiha axivî, "Armanca me ew e ku em ji kafîleyên qelebalix ra mazûvaniyê bikin. Ji bo geşkirin û pêşvebirina Hesenkeyfa me çi ji destê me tê em dikin. Di demeke nêzîk da em ê otêla xwe ji xizmetê ra vebikin û cihên din jî zûtir temam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın