Sibê dê dest bi dayîna 5 hezar lireyê bo teqawîdên naxebitin bikin

Ankara
Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî dê sibê dest bi dayîna 5 hezar lireyê ji bo teqawîdên naxebitin, bike.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin dê ji bo teqawîdên naxebitin 5 hezar lire, ji bo bî û êtîman jî li gor hîseya di mehaneyê da pere bê dayîn.
Pereyê kesên ku di çarçoveya SSKyê da rojên 17, 18, 19ê mehê mehane distînin dê sibê, kesên ku 20, 21 û 22yê mehê mehane distînin di 12ê sermawezê da, kesên di 23, 24, 25 û 26ê mehê distînin di 13ê sermawezê da, yên di çarçoveya Sandoqa Bagkur û Emekligiyê da mehane hildidin jî di 14ê sermazeyê da bê dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.