Şeva Qedrê ya ku "ji hezar mehî bi xêrtir e" wê îro bê îdrakkirin

Ankara
FIRAT TAŞDEMÎR - Şeva Qedrê ya ku di Qur'ana Pîroz da wek "ji hezar mehî bi xêrtir e" hatiye diyarkirin, wê îro bê îdrakkirin.
Li gor Îslamê destpêka hatina Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da ye û di vê şevê da "Deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin."
Her wiha di Qur'ana Pîroz da weke şev tenê navê vê şevê derbas dibe.
Di Qur'ana Pîroz da wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bi rastî me ew (Quran) di şeva Qedrê da daxist. Û gelo tu dizanî ka şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Di wê (şevê) da milyaket û Ruh (Cebraîl) bi destûra Rebbê xwe ji bo her cûre karî dadikevin. Ew (şev) heya sewgura sibehê xweşî ye."
Şeva Qedrê wê ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê va li seranserê welêt li mizgeftan bi îbadet û nimêjê bê derbaskirin.
Endamê Lijneya Bilind a Karên Diyanetê Îhsan Çapcioglu ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku dema Qur'an û jiyana Pêxember tê lêkolînkirin, tê dîtin ku girîngiyeke taybet a hin roj û şevan heye ku yek ji wan jî Şeva Qedrê ye.
Çapcioglu got divê Şeva Qedrê di 10 rojên dawîn ên Meha Remezanê da bê gerîn û anî ziman ku li gor îfadeya Hz. Mihemed kî di vê şevê da bi bawerî îbadet û diayan bike gunehên wî yên berê wê bên efûkirin.