Serokwezîrê Slovakyayê Fîco di êrîşa çekdarî da birîndar bû

Burgenland
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco di êrîşa çekdarî ya piştî Civîna Lijneya Wezîran a li bajarê Handlovayê hat kirin da birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneyê û êrîşkar hat girtin.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TARS) da hat diyarkirin ku piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Mala Çandê ya li bajaroka Handlovayê ya li herêma Trencînê hat kirin gule berdan avahiyê.
Di nûçeyê da hat gotin di êrîşê da Fîco birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyekî nêzîk.
Di daxuyaniya ji ser Facebooka hesabê çapemeniya civakî ya serokwezîr da jî hat diyarkitin ku gelek guleyan îsabetî laşê Fîcoyê ku rastî êrîşê hat, kir.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku xetereya jiyana serokwezîr heye û serokwezîrê ku rastî êrîşê hat ji bajarê Handlovayê bi firokeyê neqlî eyaleta Banska Bystrîcayê ku 215 kîlomêtro dûrî paytext Bratîslavayê ye, kirin.
Ji hêla din va hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê êrîşkarê çekdar girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.