Dinya

Serokwezîrê Malezyayê Enwer: "Zelalbûna exlaqî ya Serokomar Erdogan û cesareta wî bûye destan"

Sümeyye Dilara Dinçer  | 10.02.2025 - Rojanekırın : 11.02.2025
Serokwezîrê Malezyayê Enwer: "Zelalbûna exlaqî ya Serokomar Erdogan û cesareta wî bûye destan"

Ankara

Serokomarê Malezyayê Enwer Îbrahîm pesnê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û wiha got, "Bi saya rêvebirina wî (Serokomar Erdogan) ya biîstiqrar, şareza û biîrade û biryardariya wî, Tirkiyeyê bi rastî jî cih û giraniya ku heq dike, qezenc kiriye. Bi rastî jî zelalbûna exlaqî ya Serokomar Erdogan û cesareta wî bûye destan."

Enwer li Navenda Kongreyê ya Navneteweyî ya Putrajayayê di çarçoveya civîna Tevkariya Stratejîk a Tirkiye-Malezyayê ya Sedsala Nû da xîtabî xebatkarên qamûyê û xwendekarên zanîngehê kir.

Enwer pesnê biryardariya Serokomar Erdogan da û diyar kir ku ji pêşengên dewletan pir kêm kes wiha biryardar in.

Enwer daxuyand, Erdogan ji 20 salan zêdetir e bi awayekî derasayî Tirkiye veguherand û destnîşan kir, dema ku ev yek kir jî armanc û niyeta wî her dem pir eşkere bû.

Enwer got, "Rastiya xwebexşandina wî divê ji bo me bibe ders ku em hemû jî xwe bişibînin wî. Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye derxistiye asteke pir cuda û serbilindiya wê ya neteweyî zêdetir kiriye, hewildaneke mezin daye û welatê xwe di qada navneteweyî da kiriye wekî welatekî kesnedîtî." Enwer got ku ew kêfxweş e ku Tirkiye derketiye vê asta xwe ya niha.

Enwer bal kişand ku Tirkiye wekî ewlehî û kurewî ji angajmanê nareve, di heman demê da ji aliyê binesazî û samûmaniyê va jî bi awayê tekûz veguherî.

Enwer got, "Bi saya rêvebirina wî (Serokomar Erdogan) ya biîstiqrar, şareza û biîrade û biryardariya wî, Tirkiyeyê bi rastî jî cih û giraniya ku heq dike, qezenc kiriye." û diyar kir ku Erdogan pêşengekî wisa ye ku dikare empatiyê bike.

Enwer wiha dewam kir, "Bi rastî jî zelalbûna exlaqî ya Serokomar Erdogan û cesareta wî bûye destan. Di dewreke ku kes guh nade rêgezan û piraniya rêgezan seba rehetiyê hatine terikandin da seba şerê navbera Filistîn û Îsraîlê bi cesareteke mezin peyvên wekî 'nîjadkujî, felaket û komkujiyê' bi kar anîne. Bi kurtasî fikrên Tirkiyeyê li hemû dinyayê deng vedaye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.