Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dîsa işaret da ku ew ê êrîşî Refahê bikin

Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dîsa işaret da ku ew ê êrîşê bibin li ser bajarê Refahê ku nêzî 1,4 milyon Filistîniyên ji ber êrîşên Îsraîlê rêviyane û xwe spartine li wir.
Netanyahu bi Serokwezîrê hikûmeta demkî ya Hollandayê Mark Rutte ra li Qudsa Rojavayê hat bal hev.
Şaxa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê der barê hevdîtinê da daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Netanyahu der barê êrîşên li ser Xezeyê da agahî da Rutte.
Netanyahu got ew ê li Refahê êrîşî hêzên Tûxayên Îzeddîn El-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê bikin û destnîşan kir heta ku ew li dijî Hemasê bi tevahî bi ser bikevin, ew ê êrîşên xwe bidomînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di 9ê Sibatê da daxuyandibû ku wî telîmat daye artêşê û teşkîlata ewlehiyê ku bila plana êrîşê ya dijî Refahê bê amadekirin ku nêzî 1,4 milyon Filistînî herin herêmên din.
- Bajarê Refahê
Bajarê Refahê ya li başûrê Xeta Xezeyê li ser sînorê Misirê ye. Nêzî 280 kes li wir dijiyan. Lê ji ber êrîşên Îsraîlê yên piştî 7ê Cotmehê Filistîniyên ku ji êrîşan reviyan li vir bi cî bûn. Nifûsa bajêr piştî koça Filistîniyan derket 1,4 milyonî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.